Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Îranê kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li gel şandeya bilind a pê re serdana paytexta Îranê Tehranê kir.

Kazimî destpêkê li gel serokomarê Îranê Hesen Rohanî civiya û piştre jî li gel Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî civiya.

Elî Xamneyî piştî 5 mehên di karantînayê de li ser asta navxwe û dereve ev yekem hevdîtin e li gel Kazimî li dar dixe.

Xamneyî di hevdîtina bi Kazimî re teqez kir ku ji bo kuştina Amerîka ya Qasim Suleymanî li Iraqê wê derbeke bi heman hêzê li Amerîkayê bidin.

Olî yê Îranê Elî Xamneyî hêvî kir ku Iraq bikare hebûna Amerîka li welatê xwe bi dawî bikin û bi domarî wiha got:

“Divê hêdî Iraqî bizanin ku hebûna Amerîka di çi welatî de dibe sedema wêranî û xirabiyê.

Amerîka ne xema wê ye ku kî serokwezîrê Iraqê ye, lê xema wê ew e ku hikûmeta wê weke hikûmeta Paul Bremer be, ku weke waliyê Amerîkayê piştî hilweşandina rêjîma Sedam Hisên tê naskirin.”

Back to top button