KOMÎTEYA ZINDANÊ YA PKK-PAJK’Ê: ÊDÎ TI WATEYA AXAFTIN Û GOTINÊ NEMAYE

Komîteya Zindanan ya PKK û PAJK’ê hişyar kir ku rewşa Leyla Guven û Nasir Yagiz di her kêliyê de xerabtir dibe û wiha got:

Êdî ti wateya axaftina û gotinê nemaye. Eger destwerdana lezgîn neyê kirin wê encamê xerab derkevin holê.

Komîteya Zindanan ya PKK-PAJK’ê li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Komîtê bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan 20 salin di nava şertên herî dijwar de liberxwe dide û wiha got:

Gelê Kurd û tevgera wî ya azadiyê ji roja pêşî ve li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê di nava têkoşînê de ye.

Herî dawî Pêngava ‘Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin’ ku bi pêşengiya girtiyan dest pê kiriye, têkoşîna me derxist asta herî jor.

Divê rast were fêmkirin ku daxwaza parlementer Leyla Guven û çalakgerên zindanê ne ji rêzê ye.

Ev daxwaza hîmê têkoşîna azadiyê ye. Serdana Mehmed Ocalan yan jî hevdîtineke CPT bi Rêber Apo re nayê wateya rabûna tecrîdê.

Kengî êşkenceya li Îmraliyê bi dawî bibe, pêwendiyên Rêber Apo bi cîhanê re were kirin û mercên xebat û jiyana azad werin afirandin, wê demê mirov dikare bêje tecrîd hatiye şikandin.

Lê di rewşa heyî de tiştek wiha tine ye.

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo berxwedana me pûç bike û nehêle belav bibe, rêbazê şerê taybet xistiye dewrê.

Tirsa herî mezin a faşîzmê berxwedana civakî ye. Ji ber vê yekê, ji bo karibe berxwedanê biqedîne serî li her rê û rêbazê dide.

Helbet wergirtina agahiyekê ji rêber Apo cihê kêfxweşiyê ye, lê belê ev rewş nayê wateya şikandina tecrîdê.

Berxwedana me ya dîrokî li çar aliyên Kurdistê û derveyî welat wê biserkeve.

Greva birçîbûnê ya girtiyên zindanê, banga bicihanîna berpirsiyariyên me ye.

Çalakiya Leyla Guven di roja 68’an û Nasir Yagiz jî di roja 55’an de ye.

Rewşa tenduristiyê ya her du hevrêyên me di her kêliyê de xerabtir dibe.

Eger destwerdana lezgîn neyê kirin, dibe ku encamên neyên xwestin rû bidin.

Êdî ti wateya axaftina û gotinê nemaye. Roj roja çalakiyê ye.

Leave a Reply

Back to top button