Şêxmûs Ehmed: Tirkiye ji bo planên xwe, li ser revandina jinên DAIŞ’î dixebite

Serokê Buroya Karûbarên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku Tirkiye êdî bi revandina jinên DAIŞî hewl dide planên xwe pêk bîne. Ehmed bang kir ku divê hêzên navdewletî li hember şantaj û planên dewleta Tirk bisekine.

“Dewleta Tirk ji bo zindîkirina DAIŞê, êdî li ser revandina jinên DAIŞî dixebite.

Serokê Buroya Karûbarên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed bi van gotinan piştgiriya Tirkiyê bi DAIŞ’ê re anî ziman û got:

Tirkiye niha bi rêya rêxistinên xêrxwaziyê, hewl dide jinên DAIŞ’ê yên biyanî birevîne û bişîne dewletên Ewropayê, da ku planên xwe pêk bîne.

Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk DAIŞ’ê dixe dewrê û sazûmeniya wê ji nû ve bi taybet li kampa Holê çêdike, ji ber êdî kamp weke dewleteke biçûk a çeteyên DAIŞ’ê tê naskirin.

Serokê Buroya Karûbarên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser destnîşan kir jî ku armanca sereke ya Tirkiyê tunekirina Rêveberiya Xweser û neteweya dermokratk e.

Şêxmûs Ehmed: Divê hêzên navdewletî li hember planên dewleta Tirk bisekinin

Ehmed di dawiyê de anî ziman ku Tirkiyê li ser ewlehiya cîhanê xeter e û got:

“Dewleta Tirk kaniya çeteyên DAIŞ û çêkirina wan e.

Çeteyan dişîne gelek dewletan di nav de Lîbya, Ermenistan û tevahiya deverên cîhanê.

Divê civaka navneteweyî li hember planên dewleta Tirk bisekine.”

Back to top button