WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ IRANÊ SERDANA BEXDAYÊ KIR

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li gel şandeyeke paye bilind ya Îranê ji bo li Iraq û Herêma Bşûrê Kurdistanê rêze hevdîtinan pêk bînin, serdana Bexdayê kir.

Şandeya rayedarên Îranê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Nezar Hayrullah ve hate pêşwazî kirin.

Di bernameya hevdîtinên Zerîf ya Bexdayê de Wezîrê Karên Derve yê Iraqê, Serokkomarê Iraqê, Serokwezîr û serokê parlementoyê heye.

Zerîf piştî hevdîtina li gel Serokê Tevgera Hikme Amer Hekîm, îro serdana Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir.

Mihemed Cewad Zerîf wê li Kerbelayê tevlî Foruma Kar ya karsazên Iraq û Îranê jî bibe.

Zerîf piştî hevdîtinên li Iraqê wê serdana Silêmanî û Hewlêrê jî bike û bi rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê re jî rêze hevdîtin pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button