Li Efrînê çete avahiyan di lîstokgeha navenda bajêr de lêdikin

Çeteyên dewleta Tirk li lîstokgeha navenda bajarê Efrînê, avahiyan lê dikin. Her wiha li gundê Zehrê jî daran dibirin û şêniyan bi 700 dolarî qaşo ji bo wan derbasî Tirkiyê bikin, wan radestî leşkerên Tirk dikin.

Her rojê bi şêweyekî cuda dewleta Tirk hovîtîya xwe li Efrînê pêk tîne û vê dawîyê çete lîstogeha li navenda bajêr wêran dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk avahî û dikanan di lîstogehê de lêdikin..

Çete bacan li ser şênîyên gundên Feqîra û Kokanê disepîne

Her wiha çeteyan li gundên Feqîra û Kokanê yê Cindirêsê jî dîwarekî çementoyî lêkirine da li ser çûnûhatina şêniyan bacan bisepînin.

Çete darên daristana li gundê Zehrê dibirin

Li aliyê din, xwezaya Efrînê hîna li ser destê çeteyên Tirkiyê tê talankirin..

Di vê çarçoveyê de, çete darên daristana li gundê Zehrê yê Bilbilê dibirin.

Heman rêxistinê eşkere jî kir ku çete her tonek dar, bi 180 hezar L.S difiroşin.

Çete şêniyan bi 700 dolar derbasî Tirkiyê dikin

Derbaskirina şêniyan ji bo Tirkiyê jî dewam dike.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, çete her şêniyekî bi 700 dolarî qaşo ji bo wan derbasî Tirkiyê bikin, wan radestî leşkerên Tirk dikin.

Rêxistinê anî ziman ku herî dawî çeteyan ji malbatekê 2 hezar û 100 dolar standibûn û ew li ser sînor, radest leşkerên Tirk kiribûn.

Beriya wê jî şêniyê bi navê ‘Şikrî Mihemed’ ji gundê Berbenê yê Reco piştî 150 dolar jê biribûn, radestî leşkerên Tirk kiribûn.

Back to top button