Artêşa niştimanî banga rawestandina destwerdanên Tirkîye û qeterê kir

Amadekariyên dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo êrîşa li ser bajarê Sirtê didomin. Artêşa niştimanî banga rawestandina destwerdanên Tirkiye û Qeterê dike û Parlemena Lîbî jî hişyariya kareseteke mirovî li Sirtê dike.
Di heman demê de, dewletên Ewropa ji hebûna leşkerî ya dewleta Tirk a li Lîbyayê nerihetin.

Di demekê de ku çeteyên Wîfaqê û yên dewleta Tirk amadekariyên êrîşa li ser bajarê Sirtê dikin, artêşa niştimanî ya Lîbyayê hişyarî da Tirkiye û Qeterê ku desrtwerdana xwe li Lîbayayê rawestînin.

Parlemena Lîbî jî bal kişand ser encamên êrîşa gengaz a li ser Sirtê û bal kişand li ser çareseriya siyasî.

Parlemena Lîbî: Êrîşa li ser Sirtê wê kareseteke mirovî bi xwe re bîne

Parlemenê bi daxuyaniyekê diyar kir ku eger ev êrîş pêk were, dê jiyana niştecihên bajêr ku bêhtirî 100 hezarî ye, bixe xeteriyê û dê kareseteke mirovî ya mezin rû bide.

Parlemenê da zanîn ku ev êrîş dê aramî û ewlehiya tevahiya herêmê têk bibe û bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe û êrîşa li ser Sirtê û destwerdanên derve di karûbarên Lîbayayê de şermezar bike.

Trump û Mihemed Bin Raşid, derxestina hêzên bîyanî ji Lîbyayê nîqaş kir

Girêdayî heman mijarê serokê Amerîkayê Donald Trump û Mîrê Ebû Dab Şêx Mihemed Bin Raşid Al Niheyan, bi rêya telefonê, aloziya Lîbya û ewlehiya herêmê niqaş kirin.

Li gorî koşka Spî, her du aliyan girîngî da kêmkirina şerê li Lîbyayê bi rêya derxistina hêzên biyanî ji welêt.

Erdogan: Em rê nadin ti alîyekî tevlihevîyan li Lîbyayê derxe

Di heman çaroveyê de, piştî ku parlemena Misirê, ji bo parastina ewlehiya welêt, destûr da Sîsî ku destwerdana leşkerî li Lîbyayê bike, serokê AKP’ê Erdogan ragihand ku ew rê nadin ti aliyekî ku tevliheviyan li Lîbyayê derxe.

YE: Hebûna baregehên Tirkîyê li Lîbyayê ne di berjewendîya Ewropayê de ye

Rewşa li Lîbya, metirsiyeke mezin di nav welatên Ewropayê de afirandiye.

Nûnerê bilind ê ewlehî û siyaseta derve ya YE José Borrell, ji rojnameya Der Spiegel a Almanî axivî û diyar kir ku, hebûna baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Lîbya ya li beramber peravên me, ne di berjewendiya Ewropayê de ye.

José Borrell diyar kir ku divê binpêkirinên dewleta Tirk yên qanûnên navneteweyî, operasyonên kolandinê li peravên Qibrisê û rola Tirkiyê di aloziyên Sûriye û Lîbyayê de, bên gotubêj kirin.

Back to top button