El-Mehbaş: Em ê pirsgirêkên herêmê çareser bikin

Duh, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî derbarê rewşa xizmetguzarî, civînek ji şêniyên Dera Zorê re li dar xist.

Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser daxwaza şênî û Eşîrên herêmê civînek li Dêra zorê li darxist.

Civîn li hola civînan a Dêra zorê pêk hat.

Di civînê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya xweser Ebid Hamid El-Mehbaş, Hevserokê Meclisa Sivîl Xesan Yusiv, endamên Meclisa Zagonsaz û saziyên Civaka Sivîl amade bûn.

Destpêkê li ser rewşa pêdiviyên jiyanî, çandinî, tendurstî, zanistî gel û erşîran gazinên xwe anîn ziman.

Her weha ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û pêkanîna derfetên kar ji bo ciwanan nîqaş hatin kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya xweser Ebid Hamid El-Mehbaş di civînê de axivî û diyar kir ku ewê bi hemû derfetên xwe bi gel re bibin alîkar û pêwîstiyên wan yên jiyanî pêk bînin.

El-Mihbaş her weha daxwaz ji şêniyan kir ku bi wan re bibin alîkar da ku bi hevre hemû pirisgirêkan çareser bikin û ewlehiya bajêr piştî ji çeteyan rizgar bû pêk bînin.

Daxwez ji gel hat kirin ku li pêşiya kesên ku dixwazin tevlîheviyê derxin bigirin.

El-Mehbaş dawiyê diyar kir ku li dijî gendeliya li herêmê wê xebatan bikin.

Civîn bi armanca derbaskirina hemû zehmetiyên ku herêma Dêra zor têre derbas dibe.. Û Pêkanîna daxwazyên eşîreyan di aliyê siyasî, aborî û Leşkerî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve. Rêveberiya xwerser li Bakur û rojhilatê Sûriyê li ser bingeha aramiya herêmê xebat dike.

Civîn ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên herêma Dêra zorê pêk hat..hemû pêşniyar jî li ser cezakirina kesên ku tevlîheviyê li herêmê derdixin.

Hevserokê Meclisa Sivîl Xesan Yusiv jî, anî ziman ku çareseriya bingehîn ji bo hemû pirsgirêkan ewe ku ji nûve xebat werin meşandin.

Dawiyê hat diyar kirin ku civînên bi vî awayî wê li herêmê bidomin.

Back to top button