Bendavê zerarek mezin gihand şêniyên wê deverê

Şêniyên gundên ku mal û milkên wan di bin bendava Iliûsyê de man diyar kirin ku bendavê ji bilî felaketê tiştek din bi xwe re neanî.

Li gorî daneyên fermî yên navçeya Heskîfê, 199 jîngeh ,108 gund û 42 mezra di bin Bendava Ilisûyê de mane.

Felaketa bendavê li gundê Bedîa yê girêdayî navenda Êlihê jî xwe radixe ber çavan.

Şeniyên gundê Bedîa zehmetiyan dikişînin, heta niha xanî nedane wan û rewşa wan her diçe zehmetir dibe.

Back to top button