HRE: Di çalakiyeke taybet de 4 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê, çalakiyeke taybet li dijî navendeke çeteyên dewleta Tirk li navçeya Bilbilê pêk anî û 3 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê, encama çalakiyeke ku li dijî navendeke çeteyên dewleta Tirk li gundê Sarîncekê yê Bilbilê pêk anîbûn, ragihand.

Li gorî daxuyaniya HREyê:

Hêzên Rizgariya Efrînê,13’ê Tîrmehê çalakiyeke taybet li dijî navendeke çeteyên dewleta Tirk li gundê Sarîncekê yê Bilbilê pêk anî.

Di encamê de, 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Her wiha 20 Tîrmehê jî HRE bi çalakiyeke siyûqastê çeteyê bi navê ‘Usame Hemdî’ li Ezazê kuşt.

Bi vî awayî jimara çeteyên ku di vê hefteyê de hatine kuştin bû 4 û 2 jî birîndar in.

Back to top button