Di sêgoşeya Heleb, Reqa û Hemayê de 26 çekdar û çete hatin kuştin

Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de li herêmên di navbera Heleb, Reqa û Hemayê de dewam dike.
Îro di encama şerekî giran de 26 çekdar û çete ji her du aliyan hatin kuştin. Li aliyê din hêzên hikumeta Şamê cereke din qaşo herêma bê çek ya li Idlibê topbaran kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di sêgoşeya Heleb, Reqa û Hemayê de pevçûnên giran di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên DAIŞ’ê de derketin.

Balafirên Rûsî jî li gel hêzên hikûmetê çete topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriyê heta niha 26 çete û leşker ji her du aliyan hatine kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê “herêma bêçek” û Sehil El-Xab kirin armanc

Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku şeva Çarşemê hêzên hikumeta Şamê 4 deverên li başûrê Idlibê û devereke Sehil El-Xab a Hemayê topbaran kirin.

Li gorî çavdêriyê, çeteyên dewleta Tirk li Kefernbil komeke hêzên hikumetê kir armanc û piraniya wan kuştin.

Çavdêriyê her wiha destnîşan kir jî ku duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Saraqibê bombebaran kir.

Back to top button