HPG: Li Çarçela û Çelê 7 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li bakurê kurdistanê dewleta tirk a dagirker derb li ser derbê ji gerîlayan dixwe. Vê carê tevî gerîlayên HPG û YJA Starê, Yekîneyên Tevgera Şoreşger ya Yekbûyî ya Jin jî çalakiyek bi bandor pêk anîn.

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li Çarçella û Çelê de yek jê fermandar 7 dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG û Yekîneyên Tevgera Şoreşger ya Yekbûyî ya Jin li dijî dagirkeriya dewleta tirk ya li kurdistanê çalakiyên xwe berfirek kirine.

Navenda Raginadin û Çapemeniyê ya HGP’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa Titk’ê çalakî kirin û ev agahî pave kir;

“20’ê Tîrmehê gerîlayan li dijî dagirkerên li Girê Gundê Bezeno ya devera Çarçella ya Herêma Zagrosê çalakiyeke sekvaniyê kirin û leşkek bi paye hate kuştin.

Yekîneyên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jin (KBDH) di çarçoveya pêngavê de li dijî tevgera dagirkeriyê ya dagirkeran a li Heftenînê heman rojê li dijî artêşa Tirk ya li Girê Şehîd Elîşêr yê Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyek kirin.

Di vê çalakiyê de, 6 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birînar bû.

20’ê Tîrmehê artêşa tirk li devera Gorsê ya Amedê bi helîkopteran gule li derdor reşandin û bombebaran kirin.

Şewata ku di encama bombebaranê de derket hê jî didome.

19’ê Tîrmehê artêşa dagirker li devera Şehîd Canxurt a herêma Herekol a Sêrtê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.

Artêşa Tirk ku ji saetên şevê ve heta sibeha roja din qad bombebarankir, bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê danî.”

HPG’ê dazanîn ku di oparasyona dagirkeriyê de gerîla Şiyar Garzan şehîd bû.

HPG’ê diyar kir, operasyona dagirkeriyê 20’ê Tîrmehê di saetên şevê de ji qadê vekişiyaye.

Back to top button