Li Tûnisê şaneyeke terorîst ku hewil dida êrîşekê ser hêzên ewlehiyê bike hat girtin

Li Tûnisê komeke terorîst ku hewildana êrîşan dijî hêzên ewlehiyê dikir hat giritin. Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd jî got, wê qebûl neke ku welat bibe navendeke terorîstan.

Rêvberiya Antî-Terorê ya girêdayî Parêzvanên Niştimanî ya Tûnisê ragihand ku wan şaneyeke terorîst ku hewil dida êrîşekê ser hêzên ewlehiyê bike, girt.

Li gorî agahiyan ev koma terorîst ku ji 5 kesan pêk dihat navê “Ebû Hatûn” li xwe dikir û di başûr û nîvê welêt de aktîv bû.

Beriya çend rojan jî hikûmeta Tûnisê ragihandinû ku wan hewildana êrîşke çeteyekî DAIŞ’ê li welêt têk biribû.

Serokomarê Tûnisê, Qeys Seîd: Em qebûl nekin ku welat bibe navendeke teroîstan

Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd jî di axaftineke xwe ya îro di nava hêzên ewlehiyê de teqez kir ku wê qebûl neke welat bibe navendeke terorîstan.

Qeys Seîd got, ajanên ku ji aliyê derve re kar dikin û tevlîheviyê derdixin, cihê wan di welêt de nîne.

Serokomarê Tûnisê destnîşan kir ku welat li hember êrîşên li dijî wê, çi ji aliyên hundir be yan derve be amade ye.

Her wiha beriya çend rojan Tûnis ji ber rewşa Lîbya ya metirsîdar ku çek û çete ber bi wê ve tên şandin, hêzeke zêde li ser sînorên Lîbyayê belav kir.

Beriya niha hin dezgehên ragihandinê eşkere kiribû ku hin çete ji paytexta Lîbya Terablusê derbasî Tûnisê bibûn.

Wezareta Hundir a Tûnisê di destpêka 2020’an de eşkere kiribû ku çekên ku li Tirkiyê hatine çêkirin li welêt hatine dîtin û ji çeteyên li çiyayên rojavayî welêt re dihatin şandin.

Back to top button