Dewleta Tirk cerdevan ji Bakurê Kurdistanê birine Heftenînê

Dewleta Tirk a dagirker ji herêma Botanê cerdevan anîne Heftanînê.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku artêşa Tirk cerdevanin ji Bakurê Kurdistanê bi taybet herêma Botanê ku ji her gundekî komeke 12 kesî kom kiriye û anîne Heftanînê.

Hate ragihandin jî ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo 2 tugayên pêşmerge li sînorên qadên gerîla bi cih bike, ferman daye pêşmergeyan.

Li gorî agahiyên hatin girtin, gelek pêşmergeyan ev yek qebûl nekiriye, tenê bi qasî 150 pêşmergeyî fermana hikûmeta Başûrê Kurdistanê erê kiriye.

Back to top button