Ajansa Istixbarata Iraqê, 3 endamên MÎT’a Tirk li bajarê Kerkûkê girtin.
Çavkanîne taybet ji Ajansa Firatê re ragihand ku duh di saetên êvarî de, Ajansa Istixbarata Iraqê li taxa Muselay a bajarê Kerkûkê li dijî sîxûrên Tirkiyê operasyonek pêk anî.
Di encamê de, 3 endamên MÎT’a Tirk hatin girtin. 2 ji wan Iraqî ne û yê din jî Tirk e.
Heman çavkaniyê anî ziman ku tiliya van kesan di teqînên li taxa Mûselay a Kerkûkê de heye.