“Welatiyên Behdînanê avakirina cerdevanan napejirînin”

Binpêkirin û destdirêjiya dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Çavdêrê Siyasî Eyhan Seîd da xuyakirin ku welatiyên Behdînanê avakirina cerdevanan a ji aliyê PDK’ê ve napejirînin. Komîteya Patiya Şûî ya Kurdistanê jî ji bo hilweşandina peymana Îran, Iraq û Tirkiyê, bang li Kurdan kir ku zextan li Bexdayê bikin. Encumena Parêzgeha Dihokê jî eşkere kir ku ji ber bombebaranên Tirkiyê 40 malbatên Xiristiyan dest ji malê xwe berdaye.

Çavdêrê Siyasî Eyhan Seîd ê herêma Behdînanê bal kişand ser avakirina cerdevanan a ji aliyê PDK’ê ve û got:

“Xelkê Behdînanê cerdevantiyê nepejirîne.

Wê Behdînan ti zext û planan li ser xwe qebûl neke.

Wê xelkê Behdînan di piştgirîdayîna mijarên netewî û parçeyên din ên Kurdistanê de berdewam bin.

Bi tirsandin, zext û girtinan, gelê Behdînan bêdeng nabe.”

“Ji bo hilweşandina peymana Îran, Iraq û Tirkiyê, divê kurd zextê li Bexdayê bikin”

Berpirsê komîteya Patiya Şûî ya Kurdistanê Ferhad Ebdullah diyar kir ku divê sînorek ji kirin û dagirkeriya dewleta Tirk re were danîn.

Ebdullah da xuyakirin ku pêwîst e Kurd ji bo hilweşandina peymana sêalî ya di navbera Îran, Iraq û Tirkiyê de, zextê li Bexdayê bikin, da ku rê li pêşiya dagirkeriyê were girtin.

“ji ber bombebaranên Tirkiyê, 40 malbatên Xiristiyanî dest ji gundên xwe berdaye”

Endamê Encumena Parêzgeha Dihokê Faris Wîhena jî teqez kir ku ji ber bombebarana balafirên Tirkiyê, 15 gundên Xiristiyanan ên li Zaxoyê vala bûne.

Faris Wîhena destnîşan kir ku 40 malbatên Xiristiyanî ji gundê Şeraniş, Senat û Heştetext ên bajarokê Batîfa, koçî Zaxoyê bûne.

Endamê Encumena Parêzgeha Dihokê Faris Wîhena eşkere kir ku heta niha Xiristiyan nikarin vegerin gundên xwe û qerebûyên wan jî nehatine dayîn.

 

Back to top button