Bedran Çiyakurd: Rûsiya ji bo çareseriya siyasî nebû bersiv

Diyalogên di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de heta niha negihaştina pêşketinekê. Her carê Rûsya xwe weke navbeynkar nîşan dide lê di pratîk de tiştek li ser erdê nekiriye. Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd diyar kir ku hewldanên Rûsya ji bo çareseriyê nebûn bersiv. Çiyakurd careke din bi bîr xist ku Rûsya û Amerîka berpirsên dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ne û heya şêniyan venegerînin warên wan, wê ev yek di stûyê wan de be.

Di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de gelek danûstandin pêk hatin, lê belê ti encamên berbiçav bi xwe re neanîn.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd anî ziman ku ew piştgiriya diyalogê dikin û got:

“Em dibînin ku doza xetimandina diyalogan ne girêdayî Rêveberiya Xweser û helwestên wê ye, berovajî wê Rêveberî piştevaniya diyalogê dike.

Lê belê sedema sereke ew e ku hikumeta Şamê ne xwedî ti nêrîn an projeyên çareseriyê ye û di sîstema desthilata xwe ya niha de, bi îsrar e.

Ev yek wekî paşguhkirina gelê Sûriyê ye.”

Bedran Çiyakurd destnîşan kir ku navbênkariya Rûsiya ne li gorî giraniya qonaxê bû û ti gav navêt, divê bi berpirsyarên xwe rabe da ku hevsengiyê çêke.

Çiyakurd îşaret pê kir ku Tirkiyê û Îranê diyalogên pêşerojê ji bo pêşîgirtina çareseriyên girêdayî doza Kurd asteng dikin.

Çiyakurd got:.

Tewanên li dijî Rêveberiya Xweser karekî xapînok û reva ji berpirsyariya pêşxistina çareseriyê ye.

Karekî ji bo veşartina hişmendî û siyasetên wê yên pûç ku li çareyan nagere ye.”

Bedran Çiyakurd: Rûsya û Amerîka ji dagirkirina herêmên Sûriyê berpirsyar in

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser bal kişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li herêmê û Rûsya û Amerîka ji vê yekê berpirs dît û wiha bi dawî kir:

“Efrîn di bin garantoriya Rûsyayê de bû, ji ber wê jî Rûsya li hember dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve berpirsiyar e.

Amerîka jî berpirsiyarê dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê ye.”

Back to top button