Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Artêşa Tirk fidyeyên mezin ji malbatên kesên revandî dixwazin

Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrînê sûcên artêşa Tirk a dagirker ên vê dawiyê li dijî sivîlên Efrînê pêk anîne belge kir. Li gorî Rêxistinê, artêşa Tirk gelek sivîl revandine û fidyeyên mezin ji malbatên wan dixwazin. Rêxistinê bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li dagirkeriya Tirk bîne û koçberan vegerîne warên wan.

Dagirkeriya Tirk li Efrîna dagirkirî sînaryoya xwe ya sûcên li dijî mirovahiyê bênavber didomîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê jî ev sûc belge kirin.

Berdevkê Rêxistinê Îbrahîm Şêxo, anî zimên ku çete ji bo wergirtina fidyeyan, şêniyan direvînin.

Li gorî belgeyên Rêxistinê:

Di dema dawî de, çeteyên dewleta Tirk fîdyeyeke mezin ji şêniyên ku di girtîgeha Marî, Raî û Seco de ku ev 2 sal nehatine berdan, xwestiye.

Çeteyan ji malbata girtiya bi navê Mewlîde Nu’man a 62 salî ya ji gundê Basûta yê navçeya Şêrawayê, 4 hezar dolar xewstine.

Çeteyan 5 hezar û 500 dolar ji malbata Kemal Ehmed Mistefa yê ji gundê Qestel Xidriya yê ku di girîtgeha Seco li herêma Raî de ye, standin û hîna nehatiye berdan.

Berdevkê rêxistinê destnîşan kir ku çete serbestkirina kesên revandî, dereng dixe, da ku malbatên wan şantaj bikin û pereyên zêde bistînin.

Li Şêrewayê 8300 darên zeytûnê hatin şewitandin

Ne tenê sivîl, heta bi dar û daristanan jî ji sûc û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker nafilitin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî xwezayê wiha belge kirin.

Çete bi dehan dar li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê û gundê Barava yê Şerayê birîn.

Ji ber topbarana artêşa Tirk li ser navçeya Şêrawayê, 8 hezar û 300 darên zeytûnan ên şêniyên gundê Birc Qas, Beradê û Soxinekê hatibûn şewitandin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ve, zêdeyî 250 hezar dar hatine birîn û derdora 125 hezar hiktar erd hatine şewtandin.

Çete li beramberî koçberkirina şêniyên Efrînê hezar dolarî dixwazin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker siyasetên koçberkirina şêniyên resen jî didomînin û li beramberî wê hezar dolarî dixwazin.

Ibrahîm Şêxo da zanîn ku zêdeyî 24 malbat ji gundê Alkana yê navçeya Şiyê tevî gelek malbat ji gundê Çeqela bi pereyan ew ber bi Tirkiyê ve şandine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bang li rêxistinên têkildar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê derxin û koçberan vegerînin warên wan.

Back to top button