Desthilatdarî dixwaze ragihandinek yekdeng biafirîne

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan bal kişand ser rewşa rojnamevaniyê ya li Tirkiyê û got “Desthilatdarî bi zext û zordariyê dixwaze raya giştî ji nûçe, bûyer û rageşiyên li welat bêpar bihêle û dixwaze çapemeniyek yekrêz û yekdeng ava bike.

Serdar Altan anî ziman ku li Tirkiyê desthilatdarî ji bo ku dengê civakê û rastiyê bibire, serî li hemû rê û rêbazan dide û got:

“Bi sedan rojnamevan li girtîgehan bi awayekî bê sûc tên dîlgirtin û yên li derve dixebitin jî, rastî zext û zordariyê tên.”

Li gorî Altan, karê rojnamevaniyê li Tirkiyê weke sûc tê dîtin û da zanîn hikumet dixwaze çapemeniyê jî bi xwe ve girê bide û naxwaze weşangeriyek nû û rast were kirin.”

Back to top button