REJÎMA IRANÊ 4 KOLBERÊN DIN BIRÎNDAR KIR

Rejîma Îranê carek din êrîşê kolberan kir.

Di encama êrîşê de 4 kolber birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê duh hêzên rejîma Îranê di navbera sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de êrîşê komek kolber kirine.

Di encama êrîşê de kolberê bi navê Namiq Xalimî û Karzan Emînzade yên ji gundê Xurîava yê Bane birîndar bûne.

Her wiha kolberê din yê birîndar bûyî jî bi navê Cebar Ehmed yê ji gundê Kanî Sor yê ser bi Banê ye.

Li gorî agahiyan kolberê bi navê Karzan Emînzade ji ber giraniya birîna wî veguhestine nexweşxaneya bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê.

Hêjayê gotinê ye ku roja şemiya borî ango 12’ê vê mehê li devera Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê kolberê Kurd rastî êrîşa pasdarên Îranê hatibû û birîndar bibû.

Leave a Reply

Back to top button