Li herêma Cizîrê 4 kes bi Coronayê ketin

Şaneya Kirîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî kongreyek çapemeniyê li bajarê Qamişlo li dar xist û tê de ragihand ku 4 kes li herêma Cizîrê bi vîrûsa Coronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mistefa axivî û teqezkir ku 4 kes li herêma Cizîrê bi vîrûsê ketine.

Dr. Ciwan Mistefa piştrast kir ku ji wan 4 kesan 3 jinin ji bajarê Qamişlo ne û ciwanek ji bajarê Hesekiyê

Ev 4 kes wê li mala xwe de, di bin çavdêriya de bin û hemî tedbîrên pêwîst ji bo wan were kirin.

D. Ciwan Mistefa diyar kir ku piştî van rewşan, şaneyê dê tevahiya tedbîran bigire, da ku rê li pêşiya belavbûna Coronayê li herêmê bigire

Her wiha bi pêketina van 4 kesan hijmara kesên ku bi vîrûsa Coronayê li Bakur û Rojhilatê Sûrî ketine bû 6 kes.

Back to top button