Iraq: Ji bo rawestandina êrîşan kartên me yên zextê hene

Derbarê êrîşên Tirkiyê ser Başûrê Kurdistanê, Wezareta Derve ya Iraqê got, ji bo rawestandina van êrîşan dikarin mijarê bibîn Konseya Ewlehiya Netweyên Yekbûyî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sahef derbarê êrîşên dewleta Tirk ser Başûrê Kurdistanê axivî û berteka xwe li ser van êrîşan anî ziman.

Ehmed Sahef diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ziyanek mezin bi welatiyên Herêma Başûrê Kurdistanê gihandiye.

Sahef destnîşan kir ku Kiryarên Tirkiyeyê yekalî ye û ti hemahengiya wê li gel hikûmeta federal a Iraqê nîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sahef got:

“Ji bo rawestandaina êrîşên Tirkiyê tevgera diplomasî pê re dewam dike.

Lê li gel me gelek kartên zextê hene û em dikarin mijarê bibîn Konseya Ewlehiya Netweyên Yekbûyî.

Em hêvîdarin ku ev herdu rê di demek kin de pirsgirêka heyî çareser bike.”

Back to top button