
Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Lahor Şêx Cengî, di civîna îro ya li gel konsolê Tirkiyeyê de fikarên YNK’ê yên li ser bombebaran û sevqiyata leşkerî ya li ser Herêma Kurdistanê anîne ziman.
Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî îro li Hewlêrê li gel Konsolê Tirk ê Herêma Kurdistanê Hakan Karçay civiya.
Têkildarê civînê Lahor Şêx Cengî daxuyaniyek nivîskî da.
Lahor Şêx Cengî da zanîn ku di civînê de ew li ser pêşhatin û guhertinên li herêm û Iraqê axivîne û got:
“Min fikarên YNK’ê yên li ser sevqiyata leşkerî û êrîşên Tirkiye yên li ser xaka Herêma Kurdistanê gihandin konsolê Tirkiyeyê, ku yek ji van êrîşan jî êrîşa li ser devera Kunemasî ku cihek geştiyariye û ti çalakiyek leşkerî û siyasî li wê deverê nine.”
Her wiha Lahor Şêx Cengî diyar kir ku ji konsolê Tirk re gotiye ku Herêma Başûrê Kurdistan di çarçoveya destûra Iraqê de herêmek federale û divê ew cihê wî yê di destûrê de were parastin.
Şêx Cengî got, “Em jî wek YNK rêz ji sinorê hevbeş û pîvanên cîrantiyê re digrin. Ev jî ji bo berjewendiya hevbeş ya herdû aliyane.
Konsolê Tirkiyeyê jî diyar kir wê fikarên YNK’ê famdikin û ew ê bi rêya kanalên dîplomasî fikarên YNK’ê bigihînin rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê.”