Li Efrînê çeteyan kelûpelên 5 malên gundê Qude dizîn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, 5 malên şêniyên navçeya Reco ya Efrînê dizîn.

Li gorî malpera çalakvanên Efrînê, çeteyên dewleta Tirk malên şêniyên li gundê Qude yê Recoyê dizîn û talan kirin..

Malperê da zanîn ku çeteyan, ji mala şêniyê bi navê ‘Hemîd Ereb’ Telefon, alava enerjiya rojê û kelûpelên malê dizîn.

Her wiha ji mala ‘Erîfa Silêman’ jî 200 hezar L.S û ji mala ‘Erîfe Hecî Mûsa’, ‘Xalîde Hecî Mûsa’ û ‘Nazliyê Şêxo’ kelûpelên malên wan bi temamî dizîn.

Back to top button