Bi dîmen..Li Ezazê 3 zarok, 4 kesan jiyana xwe ji dest da

Duh êvarê, navenda çêkirina çekan a çeteyên dewleta Tirk a nêzî kampa ‘Ermûta’ ya li Ezazê teqiya, ji ber teqînê jî, 13 kuştî û birîndar çêbûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku di encama vê teqînê de, 4 sivîlên li kampa Ermûta ya li herêma Şemaran, jê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da û 9 sivîl jî birîndar bûn.

Heta niha jî sedema teqînê nehatiye zanîn.

Back to top button