Li Bazareke Hewlêrê derdora 300 dikan şewitîn

Agir bi bazara Mîlî ya taxa Kurdistan a Hewlêrê ket. Derdora 300 dikan şewitîn.

Serê sibehê saet 05:00’an; agir bi bazara Milî ya taxa Kurdistan a bajarê Hewlêrê ket.

Li gorî agahiyan nêzî 300 dikan şewitîne.

Piştî 3 demjimêran agir hate vemirandin.

Ev cara duyem e, li vê bazarê şewat derdikeve.

Derbarê sedema şewatê de, lêkolîn hate destpêkirin.

Back to top button