Bi dirûşmeya “Sûriyeke demokratîk û nenavendî, spandina Rêveberiya Xweser e, xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk e’ Partiya Pêşerojê ya Sûriyê a şaxê Reqayê kongereya xwe ya yekem li bajarê Reqayê li dar xist.
Kongere bi beşdarbûna Nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û rûspiyên eşîrên Reqayê li hola Tac hat lidarxistin.
Di kongereyê de, endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriya Muwefeq Silêman perspektîvên rêxistinî û siyasî yên partiyê xwendin.
Her wiha serokê Partiyê Îbrahîm El-Qeftan jî axivî û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û pêwîstiya vedîtina çareseriyeke siyasî bi rêya diyloga sûrî-sûrî destnîşan kir.
Piştre endama partiyê şaxê bajêr Xaliye Kijwan rapora kar û xebatên partiyê yên du salan xwend.
Di dawiyê de endamên partiyê yên bajêr Abdullah El-Şiblî wek serokê meclisa partiyê û Zelîxa Ebdî wek cîgir tevî 33 endam hatin hilbijartin.