Amerîka rê li ber balafireke sivîl a Îranê girt

Şevê din, balafirên Amerîkayê rê li ber balafireke Îranê ya rêwiyan li asmanê Sûriyê girt.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê hûrguliyên bûyera balafira rêwiyan a Îranê ya li asîman Sûriye difiriya, zelal kirin.

Fermandariyê diyar kir ku balafira Îranî li ser asîmana baregeha Tenef a leşkerî geriya, wan jî ji bo selametiya baregehê, ji dûr ve li balafirê venêrî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Mûsewî jî anî ziman ku derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam e û wê welatê wî tedbîrên qanûnî û siyasî bigirin.

Back to top button