Çînê balyozxaneyeke Waşington li welêt girt

Piştî 3 rojan ji girtina konsulxaneya Çînê ya li bajarê Hiyustin ê Amerîka, îro Çînê konsulxaneya Washingtonê ya li Chengdu girt.

Wezareta Karên Derve ya Çînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev biryar wek bersiveke pêwîst û rewa li dijî tedbîrên nementiqî ya DYA’yê ye.

Wezareta Karêv Derve ya Çînê tu dem ji bo girtina Konsulxaneya Amerîkî neda.

Lê belê rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump dema girtina Konsulxaneyê heta 72 saetan da, ji bo dîplomatên Çînê derkevin.

Li gel balyozxaneya DYA ya li Beijingê, 5 konsulxaneyên wê yên din li bajarên Canton,Shanghai, Shenyang, Chengdu, Wuha û Hong Kongê hene.

Konsulxaneya Chengdu di 1985’an de li başûrê rojavayê Çînê bi taybet li herêma Tibet ya serbixwe hat vekirin.

Back to top button