Misir ji bo rawestandina destwerdanên derve li Lîbyayê banag piştgiriyê li Çînê kir

Misir bang li Çînê kir ku piştgiriyê bide xebatên li dijî destwerdanên derve di Lîbyayê de.

Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şikrî bi hempîşeyê xwe yê Çînî Wang Yi re bi riya telîfonê derbarê rewşa Lîbyayê de axivî.

Samih Şikrî bang li Çînê kir ku piştgiriyê bide xebatên li dijî komên terorîst û sekinandina li hemer destwerdanên derve di Lîbyayê de.

Şikrî teqez ku welatê wî hertim banga aliyên Lîbî dike ku li gorî lihevkirina Qahîrayê tevbigerin û agirbesteke yekser li welêt pêk bînin.

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi jî banga rawestandina şandina çeteyan ber Lîbyayê ve kir û bang li aliyên Lîbî kir ku dest bi danûstandinên aştiyê bikin.

YE: Xema me ew e ku careke din berhemdayîna petrolê li Lîbyayê destpê bike

Ji aliyê xwe ve îro Nûnerê Bilind yê Ewlehî û Siyaseta Derve di Yekîtiya Ewropayê de, Josep Borrell, bi riya telîfonê bi serokê Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî ya Lîbyayê Fayîz El-Serac re axivî.

Borrell anî ziman ku xema hevpar ya navbera Ewropî û Lîbiyan ew e ku agirbestek pêk were û careke din dest bi berhemdayîna petrolê were kirin.

Back to top button