Dewleta tirk a dagirker ku li Heftenînê têk diçe ji bo parastina leşkerên xwe cerdevan û kontra derbasî herêmê kiribûn.
Gerîlayên HPG’ê jî bi çalakiyên bi bandor êrîşên dagirkeriyê têk dibin. Di çalakiyên gerîlay yên li Heftenînê de, kontrayek û leşkerekî dewleta tirk a dagirker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li herêma Heftenînê ku pêk anîne, daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku li Heftenînê şerekî dîrokî tê meşandin û ev agahî parve kir:
“23’ê Tîrmehê artêşa tirk a dagirker bi obusan bombe li qada Şeşdara ya herêma Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.
Hêzên dagirker piştî bombebaranê agir berdan derdorê û ketin nava liv û tevgerê.
Di navbera yekîneyên dijmin ên li herêmê û gerîlayan de şerekî giran qewimî.
Di encamê de bi qasî hate tespîtkirin kontrayek û leşkerek hatin kuştin.”
HPG’ê dazanîn ku di encama berxwedana li herêmê de, gerîla Zelal Çîgdem a ku li dijî dijmin bi lehengî şer kir û ji roja destpêkirina operasyona dagirkeriyê ya li Heftenînê û vir ve pêşengî ji berxwedanê re dikir, şehîd bû.
Her wiha 10’ê Tîrmehê li qada Tepê Dûpişka ji ber êrişên hewayî gerîla Argeş, Reşat û Zinar şehîd bûn.
HPG’ê diyar kir ku 23’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Şehîd Rustem a herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Ji ber bombebaranê şewat li herêmê derket û hê jî dewam dike.
22’ê Tîrmehê HPG’ê ragihandibû ku 19’ê Tîrmehê di şerê navbera artêşa tirk a dagirker û gerîlayan de li qada Şehîd Canxurt a herêma Herekolê ya Sêrtê, gerîla Omer Ozmen binasnav Şiyar Sara Garzan bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.
HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd Şiyar û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soz da ku wê ala têkoşînê ya şehîdan bi ser bixînin.