Heyva Sor a Kurd: 88 kesî bi nexweşên vîrûsa Coronayê re dane û standine

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku herî kêm 88 kesan bi 4 kesên ku nexweşên bi vîrûsa Coronayê re dane û stande niha di karantînaya malê de ne.

Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ragihand ku herî kêm 88 kesî bi nexweşên vîrûsa Coronayê yên li herêmê dane û standine.

Heyva Sor destnîşan kir ku piraniya wan 88 kesan jî ji bajarê Qamişlo ne.

Li aliyekî din piştrast kir ku ew kes hatin agahdarkirin ku di karantînayên malê de heta 2 hefteyan bimînin.

Heyva Sor diyar kir ku heta niha tu nîşaneyên nexweşiyê li ser wan diyar nebûne.

Tîma Hevya Sor a Kurd jî rojane rewşa nexweşan dişopîne.

Back to top button