RJAK’ê dijî êrîşên ser jinan banga bilindkirina têkoşînê kir

Rêxistina Jiyana Azad ya Kurdistanê (RJAK) bang li hemû jinan kir da ku li hemberî êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin.

Rêxistina Jiyana Azad ya Kurdistanê (RJAK) daxuyaniyek derbarê êrîşên dijî jinan de belavkir.

RJAK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Kurdistanê AKP û MHP  dijî jina şer dimeşînin.

RJAK anî ziman ku tecawîz bûye nasnameya rejîma AKP û MHP’ê, rejîma faşîst ji bo hemû jinan xeteriyek mezine.

RJAK got ku wê li hemberî polîtîkayên kuştin, tacîz û tecawîza sîstema kapîtalîst, têkoşîna jinan li hemû qadan bilind bikin û ber xwe bidin.

Rêxistina Jiyana Azad ya Kurdistanê (RJAK) bang li hemû jinan kir da ku li hemberî êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button