”Dewleta li Kurdistanê tecawizkar, qirker û dagirker e”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku dewela Tirk dixwaze axa Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistan tevlî nav Tirkiyê bike.

Hozat Berxwedana gerîla ya Xakurkê bibîrxist û destnîşan kir ku tenê bi berxwedana gêrîla nabe; divê çar beşên Kurdistanê gel li dijî dagirkeran rabin ser piyan.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û polîtîkayên wî yên li hember jinên Kurd ji Bernameya Taybet a Medya Tv re axivî.

Besê Hozat diyar kir desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji şerê cîhanê yê 3’yan ê herêmê sûd werdigire, dixwaze qirkirina Kurdan bibe serî û got:

” MHP, Ergenekon, hemû aliyên faşîst ên paşverû jî bi vî şertî destekê didin AKP’ê.”

Hozat zêdebûna êrîşan li ser jinên Kurd weke encamê polîtîkayên qirkirinê pênasekir û balkişand li ser xisleta dewleta Tirk û ev tişt anî ziman:

”Dewlet li Kurdistanê tecawizkar e, dagirker e, qirker e. Tecawiza li jina Kurd tecawiza li gelê Kurd e. Tecawiza li hemû nirxên Kurdan e.”

Besê Hozat da zanîn ku divê li dijî vê li Kurdistanê ji heft salî bigirin heta bi heftê salî her kes rabe ser piyan û got,

“Hemû ciwanên Kurdistanê li her deverê divê bersiva hewce bidin vê dewleta tecawizkar, qirker.
Li Kurdistanê têkilî vê dewletê çi hebe divê were hilweşandin û şewitandin.”

Hozat: Dixwazin Başûr û Rojavayê Kurdistanê tevli xaka xwe bikin

Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heftanînê jî Hozat diyar kir ku ji ber berxwedana gerîlayan dewleta Tirk nikare di pêş de were.

Hozat bi van êrîşan armanca dewelta Tirk wiha pênasekir:

”Dixwazin Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê tevlî nav Tirkiyê bikin.

Bi dagirkirina van deveran ji Heftanînê heta bi Xakurkê, Qendîlê, Şengalê, Mexmûrû, tevahiya Rojava, tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

Ji xwe Idlib dagir kiriye, wiha jî dixwaze xwe bigihîne Deryaya Spî.

Dixwaze van hemû sînoran tevlî Tirkiyê bikin. ”

Hozat: Divê hemû Beşên Kurdistanê li dijî dagirkeran rabin ser pêyan

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat destnîşan kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk tenê bi berxwedaniya gêrîla nabe û diyar kir divê hemû beşên Kurdistanê li hember dagirkeran rabe ser piyan û berxwedaneke giştî were kirin.

Back to top button