
Li Rojhilatê Tehranê duh agir bi daristaneke nêzî nişîngeha taybet a hin berpirsiyar û rêveberên Pasdarên Îranê ket.
Polîs û agirkuja Îranê, sedema şewatê bi temasa elektrîkê ve girê da.
Berpirsiyarê polîsan jî diyar kir ku agir hat vemirandin û ti teqînê li wir rû neda.
Heta niha ti agahî der barê ziyanan de nehatine dayîn.
Ji dawiya Hezîrana îsal ve, gelek teqîn û şewat li baregehên leşkerî, nuklerî, stasyonên enerijî û kargehên petrolê derketin.
Wezareta Derve ya Îranê dabû zanîn ku ev şewat û teqîn dibe ku ji ber êrîşên elektronîk ên girêdayî dewletên derve rû didin.