Dewleta Tirk zimanê Kurdî li nexweşxaneyan qedexe dike

Li Efrîna dagirkirî, Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe axaftina bi zimanê kurdî qedexe kirine. Kesên bi kurdî diaxivin jî rastî êşkence û binpêkirinan tên.

Malpera Afrîn Post, eşkere kir ku li nexweşxaneya ‘El-Menar’ ya li Efrînê zimanê kurdî hatiye qedexekirin.

Li dijî karmendên nexweşxaneyê yên kurd jî binpêkirin tên kirin.

Malperê da zanîn ku rêveberê nexweşxaneyê yê girêdayî dewleta Tirk, bacên karmendên kurd nade yan jî kêmtir dide.

Çete berhemê Fistiqan ji gundê Qîbarê didizin

Li aliyê din dizî û talana mal û milkên şêniyan jî didome.

Heman malperê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk berhema Fistiqan li gundê Qîbarê yê Efrînê didizin.

Beriya vê jî çeteyan berhema simaq li gundên navçeya Bilbilê û Dêrwîş yê Recoyê dizîbûn.

Zarokek di bin êşkenceya çeteyan de hat kuştin

Ne tenê li Efrînê, her wiha li tevahî herêmên dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk didome.

Navenda Belgekirina Binpêkirina li bakurê Sûrî, ragihand ku li Babê zarokê bi navê ‘Omer Ebdil Letîf El Bize’î yê 11 salî di bin êşkenceyê de hat kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker komeke din çeteyên li Efrînê şand lîbyayê

Ji aliyê din dewleta Tirk a dagirker şandina çeteyên xwe yên li Efrînê ji bo şerê Lîbya didomîne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dagirkeriya Tirk komeke din ji çeteyên xwe şandin şerê Lîbyayê.

Li gorî çavdêriyê heta niha 16500 çeteyên bi navê Ceyş El-Wetenî tevlî şerê Lîbya bûne.

Her wiha hejmara çeteyên ku li Lîbya hatine kuştin gihîşt 481 jê 34 zarok in.

Back to top button