Macron ji bo belgekirina sûcên di şerê Cezayîrê de dîroknasek erkdar kir

Serokkomarê Fransayê Emmnul Macron ji bo belgekirina sûcên di dema serweriya wan ya li Cezayîrê de dîroknasek erkdar kir.

Emmnuel Macron diyar kir ku girînge dîroka şerê Cezayîrê bê naskirin da hemû pirsgirêk çareser bibin.

Ji lewma ji bo belgekirina sûcên li dijî mirovahiyê dîroknas Benjamîn Stora erkdar kir.

Macron hêvî kir ku lihevkirinek di navbera gelê Cezayîrê û Fransayê çêbibe û got:

“Mîtîngerî û şerê li Cezayîrê çarenûsa Hevbeş a her du welatan li deryaya Spî heya demeke dirêj asteng kir.”

Biryara Fransa rastî biryara Serokkomarê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebboûne ve hate girtin.

Tebboûen ji bo lêkolînkirina “rastiyê” Dîroknas Ebdulmecîd Şêxî erkdar kiribû.

Back to top button