Israîl: Me bersiva gulebarana li ser Colanê da

Şeva borî firokeyên Israîlê baregeheke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê û hêzên Îranê, li nêzî bajarokê Hedir ê li gundewarê Quneytirayê bombebaran kir û di encamê de agir bi baregehê ket.

Artêşa Israîlê ragihand ku, ev êrîş weke bersiva gulebarana Sûriye li ser Colanê, pêk hatin.

Artêşa Israîlê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku firokeyên wan, nevendine istixbarata Sûriyê kirin armanc.

Artêşa Israîlê di daxuyaniya xwe de, artêşa Sûrî weke berpirsyarê gulebaranê bi nav kir û teqez kir ku ew ê bersivê bidin çi kirinên bi vî rengî yên li dijî serweriya Israîlê.

Televizyona Sûrî jî ragihand ku firokeyên Israîlê, derdora bajarokên Heder û Eyn El-Tîne yên Quneytirayê bombebaran kir û dengê teqîneke bi hêz li nêzî Mejdel Şems a li Colanê hat bihîstin.

Back to top button