Li Cebel Zawiyê 3 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn

Li Idlibê şerê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de dewam dike. Hêzên hikûmeta Şamê çete li herêma Cebel Zawiyê topbaran kirin. Li parêzgeha Derayê binpêkirina ewlehiyê û pevçûn dewam dikin.

Idlib tevî ku weke qaşo herêmeke kêmşer hatiye ragihandin lê belê rûbirû bi şer, tevlihevî û teqînan re dimîne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro bi danê sibê hêzên hikûmeta Şamê êrîşî çeteyên li Cebel Zawiyê ya gundewarê Idlibê yê başûr kirin.

Li gorî Çavdêriyê 3 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Ji ber nelihevkirina komên çete tevlihevî û teqîn rû didin

Li bakurê Idlibê jî vê sibehê teqemeniyek pêk hat.

Teqemenî bi otomobîla qaşo serokê meclisa navxweyî ya herêma Harim de terqiya û ew birîndar kir.

Lê zêde zirarên madî jî çêbûn.

Li gorî çavdêran teqemenî di çarçoveya tolhildana çeteyan ji hev de tê.

Dewleta tirk a dagirker 35 maşîneyên leşkerî yên nû derbasî idlibê kirin

Hemwextî êrîşên hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan li dijî hev, dagirkeriya Tirkî desteka leşkerî û lojistîk bêtir dide çeteyên xwe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk îro 35 maşêniyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Keferlûsîn re derbasî Idlibê kir.

Li gorî Çavdêriyê, maşîne û alavên leşkerî ku deweleta Tirk heta niha derbasî Idlibê kirine zêdetirî 8325″an e.

Her wiha zêdetirî 11500 leşkerên Tirk jî, derbasî Idlib û Helebê kirine.

Li bajarê Babê teqîn kesek birîndar bû û zirarên madî çêbûn

Li herêmên din ên dagirkirî jî, binpêkirina ewlehiyê li pêş e.

Vê sibehê li ser rêya Raî ya bajarê Babê teqemeniyek pêk hat.

Li gorî Çavdêriya Sûrî kesek birîndar bû û zirarên madî çêbûn.

Li bajarê Etaribê yê gundewarê Helebê ê rojava 2 çete hatin kuştin

Li bajarê Ataribê yê gundewarê Helebê ê rojava jî çeteyên nenas êrîşî rêbendeke çeteyên Cebhet El-Nûsra kirin.

Di encama êrîşî de 2 çete hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Li bajarê Tefes ê gundewarê Derayê 2 xort hatin birîndarkirin

Li parêzgeha Derayê, binpêkirina ewlehiyê dewam dike.

Di vê derbarê de Çavdêriya Sûrî da zanîn ku hinek çekdarên nenas li bajarê Tefes ê Derayê êrîşî 2 xortan kirin.

Di encama êrîşê de her du xort bi giranî birîndar bûn.

Back to top button