Ev tam 800 heftene, Dayikên Şemiyê ji bo aqubeta zarokên xwe û cezakirina sûcdaran çalakiyan lidar dixin. Dayikên Şemiyê li qada Galatasaray a Stenbolê tevî hemû astengiyên polîsan jî qurnefîl li qadê danîn.
Polisan xwe careke din li çalakiya dayîkan negirtin û êrîşî wan kirin. Di êrîşê de tundî hate bikaranîn û 3 kes hatin binçavkirin.
Dayikên Şemiyê, di hefteya 800’î de xwestin ku ji bo çalakiya xwe ya ku ji bo hînbûna aqûbeta zarokên xwe û cezakirina faîlên wan li dar dixin, li Qada Galatasaray a Stenbolê daxuyanî bidin.
Lê polisan mîna hefteyên borî dîsa çalakî asteng kirin.
Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî di nav de Dayikên Şemiyê, li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li hev kom bûn û xwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin.
Ji ber ku polisan destûr neda girse careke din vegeriya ber Komeleyê û ji wir çûn Qada Galatasaray.
Polisan malbatên ku li qadê hatin gel hev dorpêç kirin û destûr nedan daxuyanî bidin.
Dayika Mûrat Yildiz ê windayî Hanîfe Yildiz, di bin dorpêçê de xwest qurnefîlan di destê xwe de deyne Qada Galatasaray.
Polisan mudaxaleyî Yildiz kirin û ew ji qadê dûr xistin.
Şêniyê ku ji ber vê yekê bertek nîşanî polisan da hat binçavkirin.
Xwişka Hesen Ocak ê windayî Maside Ocak û kekê Ridvan Karakoç ku cenazayê wî hatibû dîtin Hesen Karakoç gotin wê “Dev ji Galatasarayê bernedein” û qurnefîlên di destê xwe de danîn qadê.
Polisan mudaxaleyî Karakoç û Ocak kirin û ew binçav kirin.
Li gel hemû astengiyan jî hevserokên giştî yên HDP’ê Bûldan û Sancar qurnefîl danîn Qada Galatasaray.
Li ser navê Dayikên Şemiyê Pervîn Bûldan li wir daxuyanî da.
Bûldan, bertek nîşanî mudaxaleya polisan da û diyar kir ku dîmenên ku derketine holê cihê şermê ye û anî ziman ku wê dev ji lêgerîna xwe ya heqîqet û edaletê bernedin.
Bûldan, destnîşan kir ku qedexekirina Qada Galatasaray li hemberî maf û azadiyê êrîş e û wiha dawî li axaftina xwe anî:
Di hefteya xwe ya 800’î de careke din îlan dikin ku em bi biryar in û em ê li maf û azadiya xwe xwedî derkevin.
Heta ku winda neyên dîtin û faîl neyên cezakirin em ê terka Galatasarayê nekin.”
Piştî axaftina Bûldan, qurnefîl li Qada Galatasaray hatin danîn.