TEMELLÎ: RÊYA RAWESTÎNA FAŞÎZMÊ DI ŞIKANDINA TECRÎDÊ RE DERBAS DIBE

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevseroka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigît û Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Ocalan û diyar kirin ku tenê bi hevdîtina 15 deqeyan tecrîd bi dawî nabe û gotin:

Em hemû pêkanînên keyfî, li dijî hiqûq û mirovahiyê yên girêdayî tecrîdê red dikin.”

Têkildarî hevditina bi Rêber Ocalan re Hevserokê Giştî yê (HDP) Sezai Temellî, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

Temelî, diyar kir ku ji ber di hevdîtinê de ji tenduristiya Rêber Ocalan agahdar bûne girîng e û wiha got:

“Hevdîtin pir kêm e. Qet têr nake.

Bi vê hevdîtinê tecrîd bi dawî nebûye.

Rakirina tecrîdê tenê bi ziyareta malbatê ranabe.

KOÇYÎGÎT: MUXALEFET Û ÎKTÎDAR LI SER TECRÎDÊ YEK FIKIR IN

Di heman çarçoveyê de Hevseroka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigît jî axivî û wiha got:

“Hevdîtina 15 deqîqan nayê wateya ku tecrid rabûye.

Hikûmeta AKP’ê bi vê hewldanê dixwaze bertek û nerazibûnên civakê yên li dijî tecrîdê bişkîne.

Muxalefet jî der barê tecrîdê de heman tiştî difikire.

Ev hevdîtin mafê herî rewa, hiqûqî û demokratîk e.

Her girtî divê ji vî mafê xwe yê hiqûqî sûdê bigire.”

Koçyîgit, helwesta siyaseta muxalîf a li diji çalakiya Leyla Guven jî rexne kir û wiha got:

“Em dibînin ku partiya muxalif wekî îktîdarê difikre.

Nerîna îktîdarê û ya muxalefetê ya li dijî daxwazên gelê kurd yek in.

BÎLGEN: TECRÎD DIDOME, EM TECRÎDÊ RED DIKIN

Her wiha Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen jî got:

“Tecrîd didome.

Em hemû pêkanînên keyfî, li dijî hiqûq û mirovahiyê yên girêdayî tecrîdê red dikin.”

Leave a Reply

Back to top button