Li Til Temirê dewleta Tirk dîwarê beton datîne û xendekan dikole

Leşkerên dewleta Tirk li gundewarê Til Temirê yên nêzî rêya M4 dîwarê beton lê dike û xendeqan dikole.

Li gorî nûçeya ajansa Hawarê, artêşa Tirk ji beriya 4 rojan ve dîwarên beton anîne gundê Erbîn û Menacîr.

Her wiha dewleta Tirk kamyonên ku dîwar di wan de ne bi şev tîne da ku ji ragihandinê ve dûr be.

Di heman nûçeyê de hat gotin ku dewleta Tirk satirên li ser baregeha xwe ya leşkerî ya li gundê Amiriyê yê nêzî rêya (M4) rakir û di hundirê baregehê de kolandinê dike.

Dewleta Tirk ew çend meh in li gundê Erîşa heta gundê Dawidiyê yê Til Temir xendeqan dikole.

Back to top button