Ji bo piştgiriya Dayikên Aştiyê li Viyanayê çalakî hat lidarxistin

Li paytexta Evûstûryayê Viyanayê bi wesîleya hefteya 800’emîn a Dayikên Aştiyê çalakî hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Platforma Jinan a Yekîtiya Hêza Demokratîk  a Viyanayê hate organîzekirin.

Çalakî li pêşiya Stephansdomê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku “Ji bo hevgirtin û piştgiriyê em ê her dem li ba wan bin.”

Kurdan û dostên wan bang li hikumeta Evûstûrya û rêxistinên civaka sivîl kirin xwestin aqûbeta hemû kesan winda û piştî hatine destgîrkirin tu agahî ji wan nehatine stendin, were stendin.

Back to top button