HETA NIHA ZÊDETIRÎ 15 HEZAR BERMAHIYÊN ÇETEYÊN DAI’ŞÊ BÊBANDOR KIRINE

Çeteyên DAIŞ’ê yên li ser derstê şervanên QSD’ê têk diçin ji bo têkçûna xwe direng jî bixin li pey xwe mayîn bicih dikin.

li ser agahdarîya şêniyên navçeya Eyn Îsayê Rêxistina Roj a rakirina mayînan berê xwe da navçeyê û dest bi xebatên lêgerînê kir.

Endamên Rêxistina Roj li gundên Elhişê û gundê Elfatsa yên navçeya Eyn Îsa dest bi lêgerînê kirin.

Xebatên lêgerînê li ser gumanên şêniyên herêmê hatin kirin.

Rêxistina Roja ku bi navê RMCO tê naskirin yek ji rêxistinên ku bênavber xebatên xwe ji bo rakirina bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê dike ye.

Ev rêxistin di sala 2016’an de hatiye avakirin.

Tevî derftên kêm, rêxistinê heta niha zêdetirî 15 hezar mayîn rakirine û bêbandor kirine.

Leave a Reply

Back to top button