Wezîrê hundir Hişam El Mişêşî ji bo avakirina hikûmeta nû hat erkdarkirin

Piştî istifaya hikumeta el-Fexfax, serokkomarê Tûnisê Qeys Sieyid, wezîrê hindir ê welat Hîşam el Mişêşî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir. 

Sieyid duh derbarê avakirina hikûmeteke nû de daxuyanî da û diyar kir ku ew ji bo aloziya heyî ya li welêt bi dawî bikin û aramiyê pêk bînin, wezîrê karên hundir erkdar kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, divê Mişêşî di parlamenê de piraniya dengan bigire û hikûmetê di nava mehekî de ava bike, lê eger ev yek di vê dema destnîşankirî de bi cih neyê, wê parlamena were jihevxistin û welat yekser derbasî hilbijartinên giştî bibe.

Back to top button