Artêşa Lîbî hêzên deryayî li beramberî kevana petrolê belav kirin

Di demekê de ku çeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê amadekariyên êrîşa li ser bajarê Sêrtê dikin, artêşa niştimanî ya Lîbyayê hêzên xwe yên deryayî li beramber peravên herêma petrolê belav kirine. Herî dawî jî dewleta Tirk, bêhtirî 2 hezar çeteyên Somalî veguhastin Lîbyayê.

Li gel amadekariyên şerekî mezin li ser bajarê Sêrtê, ji fermandarên artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb ragihand ku wan hêzên deryayî ji bo parastina peravên Lîbya yên li beramber herêma Kevana petrolê belav kirin.

Ev serê du hefteyan e, dewleta Tirk çeteyên xwe li derdora Sêrt û Cefrayê kom kirine, da şer bibin ser hêzên artêşa Lîbî.

Tirkiye bi sedan çeteyên Somalî dişîne Lîbyayê

Li aliyekî din, hin raporên çapemeniyê eşkere kir ku Tirkiye bi sedan çeteyên Somalî şandine Lîbyayê.

Rojnameya ‘Somalî Gardian’ jî diyar kir ku bêhtirî 2 hezar Somalî, tevlî çeteyên hikumeta Wîfaqê ya ixwanî bûne.

Li gorî rojnameyê, ji bo van çeteyên Somalî, nasnameyên Qeterê hatine dayîn.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand, ku termê 23 çeteyên Sûrî, ku li Lîbyayê şer dikirin, gihiştin Efrînê.

Herî dawî jî komîteya cezayan a navnetewî bi raporekê ragihandibû, ku Enqere heta niha di navbera 7-15 hezar çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê.

Daneyên Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî eşkere dikin ku dewleta Tirk heta niha 16 hezar û 500 çeteyên Sûrî şandine Lîbya, ji wan 481 çete hatine kuştin.

Back to top button