Şêniyên Germiyanê banga berfirehkirina çalakiyên şermezarkirinê kir

Şêniyên navçeya Kifrî ya herêma Germiyanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya parlamena Başûrê Kurdistanê banga lidarxistina çalakiyên berfireh kir.

Şêniyan da xuyakirin ku PDK’ê berpirsê yekem ê şehîdkirin û koçberkirina xelkê Başûrê Kurdistanê ye û ji ber bêdengiya hikumetê, divê gel çalakiyên nerazîbûnê zêde bikin.

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Dihokê Mela Sedîq jî diyar kir “eger gerîla nebûna, wê dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê behaneyeke din bidîta, ji ber vê yekê nabe ku hikumeta Başûr êrîşan bi PKK’ê ve girê bide.”

Mela Sedîq da zanîn ku helwesta Hewlêr û Bexda ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê, lawaz e û got:

“Divê hêz û aliyên siyasî yên Başûr li dijî dagirkeriyê bibin yek deng.”

Back to top button