Cîgirê serokê CHP’ê Sezgîn Tanrikolu, bi raporekê eşkere kir ku “721 rojnameger di serdema Erdogan de hatine girtin” û heya niha hejmareke wan heta niha girtî ye.
Di rapora xwe ya li ser rewşa rojnamegerî û rojnamegeran li Tirkiyê de, Tanrikolu xwe spart belgeyên “Komeleya Azadiya Fikir” ku di Gulana borî belav kiribûn.
Komeleyê wê demê ragihandibû ku 140 lînk, 42 hezar twîtt, 12 hezar û 450 kenalên youtubê, 7 hezar û 200 hesabên twîtterê û 6 hezar û 500 hesabên Facebookê hatine qedexekirin.
Ne tenê ev, hikumeta faşîst AKP’ê plan dike ku qanûna sînordarkirina medya civakî bixe pratîkî û li ser van zextên heyî, zextên mezintir bisepîne.