Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê: Di 3 mehan de 2314 binpêkirin der heqê girtiyan de pêk hatine

Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê bi raporekê diyar kir ku li dijî girtiyên li Marmarayê, di nava sê mehan de, 2 hezar û 314 binpêkirin pêk hatine.

Komeleyê li ser binpêkirinên mafê girtiyan li herêma Marmarayê raporek amade kir û diyar kir ku Nîsanê 533, Gulanê 645 û di Hezîranê de hezar û 136 binpêkirin pêk hatine.

Seroka Komeleyê Gulsêran Yûlêrî teqez kir ku ji 25 girtîgehan, 187 girtî bi fermî ragihandin ku ew rastî binpêkirinan tên.

Seroka Komeleya Mafê Mirovan eşkere kir ku ev binpêkirin di aliyê tenduristî, danûstandina nebaş, lêdan, êşkence, qedexeya hevdîtinên malbatan û derengmayîna dermankirinê de bûn.

Back to top button