MONITORA EMERÎKÎ: ZEYTÛNÊN EFRÎNÊ LI BER ÇAVÊN TIRKIYÊ TÊN DIZÎN

Di 20’ê Çileya 2018’an de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser herêma herî bi ewle ya Sûrî ango Efrînê dest pê kir.

Dewleta dagirker ji roja dagirkeriyê heta niha her tim hewl dide kirinên xwe ji raya giştî re bide veşartin an jî berovajî rastiya wê lê bike.

Lê rapor û belgeyên ku siyaseta wê ya hovane piştrast dike, vê hewldana dewleta dagirker derewîn derdixînin.

Malpera Monitor a Amerîkî bi nêzîkbûna salvegera dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê raporek weşnad.

Li gorî raporê Efrîn ji aliyê artêşa tirk û çeteyên wê ve hatiye talan û wêrankirin.

Li gelek deveran û ew ji xwe re firot.
Malpera Monitor a Amerîkî raporek der barê talankirina zeytûnên Efrînê ku li ber çavên dewleta Tirk a dagirker tê dizîn, belav kir.

Malperê diyar kir ku NY dibêje çeteyên dewleta Tirk a dagirker, berpirsên dizî, talankirin, revandin, serdegirtin û êşkencekirinê ne.

Tevî ku hinek ji van kirinên tawanî di raporeke Meclisa Mafên Mirov a NY ku ji bo Komeleya Giştî ya NY hatibû şandin de jî hatibûn belgekirin, lê Tirkiye hîn van tawanan red dike.

Malperê destnîşan kir ku beriya dagirkeriyê di 16 Çileya 2018’an de dewleta tirk li ser dewlemendiya xaka Efrînê jî li hev kirine.

Li gorî dosyayên fermî, nêzî 50 hezar ton zeyta zeytûnan ji Efrînê derbasî Tirkiyê bûye.

Wezîrê çandiniyê yê Tirkiyê têkildarî mijarê got, Efrîn di bin kontrola me de ye û heta niha tenê 600 ton zeyt ji me re hatiye, pir şerm e ku em behsa vê qaseyê dikin û li Efrînê dora 200 hezar ton heye.

Li gorî danayên raporê:

Ji eslê 295 guvaştgehên zeytûnan, tenê 125 guvaştgeh dixebitin

Komên çete 109 guvaştgeh ji hev xistiye

Çeteyan piraniya alavên perçiqandina zeytûnan û yên çêkirina sabonê xerab kirin

Ji 44 alavan 17 alav dizîn

Komên çete ji sedî 75 dest daniye ser bistanên zeytûnan

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çete cotkaran neçar dikin berhemdayîna 10 hezar ton genim bi buhayê arzan bifroşe.

Aniha her tonek bi 200 dolaran tê firotin ku bihayê xwe yê rast 500 dolar bû.

Heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyên Koma Sultan Murad nahêlin cotkar biçin nav bistanên xwe eger bêhtirî 30 ji sedî ji berhemdayîna zeytûnan radestî wan nekin.

Her wekî koma Hemzat dest danî ser berhemdayîna zeytûnan

Leave a Reply

Back to top button