KNK: DEWLETA TIRK A DAGIRKER ŞA NEKIN!

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê bang li hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir da ku rê nedin lîstonên dewleta Tirk a dagirker.

KNK’ê bi taybet îşaret bi wê yekê kir ku siyasetên li herêma di bin serweriya YNK’ê de xizmeta dewleta Tirk dike.

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî helwesta hêzên Başûrê Kurdistanê ya demên dawî daxuyaniyek belav kir.

KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ku planên wê li herêmê têk çûne, berê êrîşên xwe daye gelê Kurd û wiha dewam kir:

Rêjîma faşîst a AKP û MHP’ê, di serî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, hewl dide bi hemû hêza xwe destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake.

Bi taybet li Başûrê Kurdistanê bi rêya bi rêya afirandina nakokiyan, dixwaze siyaseta Kurd lewaz bike, da ku di navbera hêzên Kurdan de şer derkeve.

Berxwedana Kurdan a li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hiştiye ku dewleta Tirk tengav bibe. Gelê Kurd li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî bi rihê niştîmanî piştgriyê dide vê berxwedanê.

Li hemberî vê, rêjîma Tirk dixwaze berxwedana serkeftî bi destê sîyaseta Kurd a li Başûrê Kurdistanê bişkîne.

KNK’ê ragihand ku helwesta lewaz a hêzên siyasî li Başûrê Kurdistanê xizmeta dewleta Tirk dike û wiha dewam kir:

Piştî bêdengî û xemsariya desthiladariya siyasî ya li deverên Behdînan, niha li deverên YNKê jî siyaseta ku zerarê dide berjewendîyên Kurdan bi pêş dikeve.

Herî dawî 11ê Çile, qedexekirina bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê ya li Silemaniyê vê rastiyê piştrast dike.

Di rojekê de ku li paytexta Fransa Parîsê, şaredarîya bajarê mezin dîmenên Sakîne Cansiz bilind dike, lê li Silemaniyê ev tê qedexekirin.

Em dibinîn ku YNK demên dawî de bi polîtîkayên xwe yên di derbarê siyaseta yekîtiya neteweyî de, gav bi gav paşde diçe. Ev lewazî bi ti awayî xizmeta berjewendiyên gelê Kurd nake.

Kurd îro dikarin bi siyaseteke yekrêzî pêşî li stratejiya Dewleta Tirk a li dij Kurdan bigrin.

Leave a Reply

Back to top button